TR KU SO
FB X
Cîhan

Îmarat: Peymana bi Îsraîlê re ne dijî Îranê ye, em gefan red dikin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 17 tebax 2020 23:25

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Imaratê Enwer Qerqaş nerazîbûna Îranê ya peymana ligel Îsraîlê ragihand, peymana aştiyê ya di navbera wan û Israîlê de, biryareke serweriyê ye û ne li dijî Îranê ye.

Enwer Qerqaş herwiha diyar kir, her çi aliyê ku dixwaze destwerdanê li vê biryarê bike û ew wan hemû gefan red dikin.

Wezareta Derve ya Imaratê, doh 16ê Tebaxê li dijî gefên Îranê ku di axaftina Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî de hatin gotin, bang li balyozê Îranê yê li Îmaratê kiribû û muxtire dabû wî.

Wezareta Îmaratê, zimanê gefxwarinê yê Îranê red kir û ew weke metirsiya li ser ewlehî û aramiya tevahiya herêmê bi nav kir.

Hefteya borî di navbera Îmarat û Israîlê de peymana aştîyê û asayîkirina pêwendiyan hat ragihandin ku li gorî wê, Îsraîl dev ji tevlîkirina erdên Difa El-Xerbiye berdide û têkiliyên dualî di navbera Îsraîl û Îmaratê de dest pê dikin.

Parve bike: