TR KU SO
FB X
Cîhan

Îmaratan êrîsa Zaxoyê sermezar kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 23 tîrmeh 2022 01:30

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Îmaratan ragihand ku êrîşa li ser Zaxoyê, ewlehiyê û îstîqrarê xistiye hedefê û li dijî qiymetên mirovîne. Wezaret, êrîşa Zaxoyê ya ser ciyê geştûguzariyê şermezar kir û êrîşê weka sûc ragihand.

Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin ku Îmarat amade ye ji bo desthilata Iraqê û îstîqrara wê her destekê bide.

Roja çarşema borî artêşa Tirkiyê gundê Perexê yê bi ser Zaxoya bajarê Duhokê ku ciyekî seyyahiye topbaran kiribû û di encamê de 9 kes miribûn û 20 geştiyar jî birîndar bûbûn. Birîndar niha li nexweşxanên Kurdistanê tên dermankirin û cenazê 9 kesan ji aliyê serokotiya Herêma Kurdistanê bi balafirê şandin ji bo Bexdayê, ji ber geştiyar bi xwe tev Ereb bûn û mêvanên Kurdistanê bûn.

Parve bike: