TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran amadekariyê dike ku artêşên Ewropayê bixe lîsteya terorê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 rêbendan 2026 22:11

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku piştî Yekîtiya Ewropayê Supaya Pasdarên Îranê xiste lîsteya terorê, Îran jî amadekariyê dike ku artêşên welatên Ewropayê wekî rêxistinê terorê pênase bike.

Şewirmendê Encûmena Şûraya Ewlekariya Bilind a Îranê Elî Laricanî, bertek nîşanî biryara pênasekirina Supaya Pasdaran wekî rêxistineke terorî da û ragihand, “Bila bizanin ku wê Îran jî teqez artêşên wan wekî terorîst bi nav bike.”

Laricanî diyar kir ku wê berpirsiyarên encamên vê biryarê welatên Ewropayê bi xwe bin.

Parve bike: