Îran çek û cebilxaneyên xwe yên li rojhilatê Helebê zêde dike
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê diyar dike, di nava 20 rojên dawî de, cara duyemîn e ku Îran çek û cebilxaneyên xwe yên li rojhilatê Helebê zêde dike.
Heta niha nayê zanîn ku Îranê dixwaze bi rêya bihêzkirina komên girêdayî xwe li van deverên nêzî desthilatiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk çi bike. Gelo Îran dixwaze hêzên QSDê dorpêç bike? Wekî tê zanîn, Rojavayê çemê Firatê di bin kontrola Hêzên Koalisyonê û QSDê de ye, lê rojavayê çem bi giranî di bin kontrola komên çekdar ên girêdayî Îranê de ye.
Li gor hate ragihandin, di nava çekên ku tên veguhstin bo vê herêmê fûze jî hene û hejmara çekdarên ku ji destpêka sala 2021ê li vê derê tevli van koman bûne gihaye 985 kesan. Herwiha hewldanên tevlêkirina ciwanan berdewam dike û ew bi rêya alîkariyên madî û pereyan tên xapandin û cihê xwe di nava van komên çekdar de digirin.
Herwiha li gorî raporên çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, hejmara çekdarên girêdayî Îranê li rojavayê Firatê derdora 15 hezar çekdar e, piraniya komên ji Iraq, Afganistan û Pakistanê ne û piraniya wan li di navbera bajarê Bû Kemal û Dêra Zorê de ne li aliyê sînorê Iraqê ne.