TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran hilberîna Ûranyûmê zêde kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2023 04:05

PeyamaKurd – Ajansa Navdeweletî ya Enerjiya Atomê ragihand ku hilberîna Ûranyûmê ya ji terefê Îranê de gihaye asta ku çekên atomî hilberîne û hilberînê zêde kiriye. Hilberîna Ûranyûmê ya di tesîsên Natanz û Fordo de ji 3 kîloyî gihaye 9 kîloyan.

Associated Press (AP), rapora Ajansê ya ku bi endamên xwe re parvekiriye, xwe gihandiye raporê û agahiyên hilberîna ûranyûmê parve kir. Di raporê de tê gotin bi eksa hêdîbûna hilberînê ya di nîvê sala 2023an de, hilberîna xwe zêde kiriye.

Îran piştî dorpêçên Amerîkayê di asta bilind de Ûranyûmê zêde dewlemend kiriye.

Parve bike: