Îranê, balafira herî menzîl dirêj a cîhanê da naskirin
PeyamaKurd- Îranê ragihand ku wan balafireke bêmirov a pêşketî ya bi navê Mohajer-10 hilberandiye ku ev balafira herî menzîl dirêj a cîhanê ye.
Îranê, kelûpelên xwe yên serbazî ku di nav de "balafira bêmirov a herî menzîl dirêj a cîhanê" ligel moşekên balîstîk û hîpersonîk; di salvegera şerê xwe bi Iraqê yê di salên 1980yî de nîşan da.
Di çapemeniya fermî ya Îranê de hat diyarkirin ku di meşa zindî de balafira asîmanî ya bêmirov hat nasandin û balafirên bêmirov ên ku di çalakiyê de hatin pêşandan bi navên "Mohacer", "Şehed" û "Arash" hatin nîşandan.
Tehranê, meha borî ragihandibû ku wê balafireke bêmirov a pêşkeftî ya bi navê Mohajer-10 hilberandiye, ku xwedî bargiraniyek mezin e û her wiha benzîn û dirêjahiya firînê heye.
Hat diyarkirin ku barê vê balafira bêmirov (UAV), ku 2000 km (1240 mîl) e û dikare heta 24 saetan bifire, digihîje 300 kîloyan ku kapasîteya pêşiyê Mohajer-6 du qat zêde dike.