Îranê, herdu welatan hisyar kir: Em ê bêdeng nemînin!
PeyamaKurd- Rayedarên leşkerî yên Îranê, li ser pirsgirêkên navbera Azerbaycan û Ermenîstanê da zanîn ku divê alozî bi rêya dan û stendinan bên çareserkirin. Her wiha hat ragihandin ku heger guherîna sînoran çêbibe, ew ê bêdeng nemînin.
Serokê Sererkaniya Îranê Mihemed Baqirî, di salvegera şerê navbera Îran û Iraqê de axivî û bal kişand ser aloziya leşkerî ya navbera Azerbaycan û Ermenîstanê. Baqirî di axaftina xwe de hem pêşniyaza rêya lihevkirinê kir hem jî aliyan hişyar kir.
Mihemed Baqirî di banga xwe de wiha got:
“Pêşniyaza me li herdu welatan jî ew e ku pirsgirêkên xwe bi rêya dan û stendinê çareser bikin. Heger li herêmê guherîna sînoran çêbibe, em ê bêdeng nemînin.”
Serokê Sererkaniya Îranê, di dewama axaftina xwe de welatên kendavê jî hişyar kir ku di têkiliyên xwe yên ligel Îsraîlê de baldar bin. Baqirî li ser vê hişyariyê got,
“Hebûna siyonistan a li herêmê, gefek e û ewlehî û aramiya herêmê xirab dike. Helbet, em hemû gavên wan ji nêz ve dişopînin. Heger em rasterast hîs bikin, em ê bi piştevanên rejîma siyonîst re rû bi rû bibin.”
Mihemed Baqirî, di dawiya axaftina xwe de ragihand ku ew dixwazin bi welatên nêzîk re têkiliyên baş bikin. Her wiha da zanîn ku Amerîka û Îsraîla ku li herêmê gef e û kengî ku ev gef ji holê rabe, dê li herêmê tifaqa herêmî çêbibe.