#Îranê li ser çalakiyan, kesekî din îdam kir û YA biryara dorpêçên nûh da
PeyamaKurd – Dewleta Îranê li ser xwepêşandanên Jîna Emînî kesê duyem îdam kir û Yekîtiya Awrûpayê jî biryara dorpêçan da ku deyne ser Îranê. YA ji ber binpêkirina mafê mirovan biryarê da. Ajansa Almanyayê ya bi navê DPA ku binkeya nûçeya xwe biriye ser dîplomatên Awrûpî, biryara dorpêçan ya ser Îranê di civîna wezîrên karên derve yên Yekîtiya Awpayê li Brukselê hat dayîn.
Di lîsta dopêçan de ji Îranê 20 desthilat û dezgeyekî hene. Ji ber şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê jî ji ber Îran alîkariya Rûsya kiriye, YA hinek biryarên din jî daye. Wezîra karên derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, ragihand ku di lîstê de kesên ku di înfazên Îranê de biryarê dane, navên wan jî hene û weha got:
“Di paketa dorpêçê de bi taybetî ew kesên ku di biryara înfazan de berpirsin hene. Berpirsên artêşê û ew kesên ku bi zorê vîdeoyên xelkê kişandine û xwestine wan ji çalakiyan dûr bixin, hene.”
Baerbock, behsa îdamên ku pêwendiya wan bi çalakiyên li Îranê hene, weha ragihand:
“Hewlên çavtirsandinê ji bo kesên dixwazin dengê xwe di kolanan de ragihînin, di darizandina wan de, biyar dadwerane nehatiye dayîn.
Berya civîna wezîrên karên derve yên Yekîtiya Awrûpayê li Brukselê destpêbike, xebera duyem ya îdamkirina kesekî yê bi navê Mecid Riza R.ya li bajarê Meşhedê ku bi çalakiyên Mahsa Emînî ve pêwendîdare giha Awrûpayê. Berya wî jî Muhsin Şikari hatibû îdamkirin.