TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê, rêya Nexçewanê ya Azerbaycanê girt!

Ruken güler
Nivîskar
📅 22 adar 2023 18:00

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê qada berevaniyê ya Azerbeycanê ve hatin ragihandin, rayedarên Îranê rêya Nexçewanê ya Azerbaycanê girt.

Di agahiyên ku hatin parvekirin de hat diyarkirin ku artêşa Azerbaycanê ya ku li herêma Nexçewanê ye, li ser sînorê Ermenîstanê ketiye rewşa amadebaşiyê.

Hat zanîn ku rayedarên Îranê li ser mijarê gotine ku “Heger ji bo çêkirina korîdora Zengezûrê ya di navbera Azerbaycan û Tirkiyeyê de li ser herêma başûrê Ermenîstanê êrîşek bê kirin, ew ê li dijî Azerbaycanê bikeve nav şerê çekdarî.

Her wiha Wezareta Berevaniya Azerbaycanê diyar kir ku ji bûyerên ku piştî vê kêliyê çêdibin, rêveberiya Ermenîstanê berpirsyar e.

Parve bike: