Cîhan
Iraq | Li Bexdayê hemû seferên asmanî hatin rawestandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber rewşa xirab a hewayê heta biryareke din seferên asmanî yên li Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hatine rawestandin.
Rêveberiya Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê ragihandiye ku ji ber rewşa xirab a hewayê hemû seferên ku îro 4ê Kanûnê dê bihatina kirin, hatine rawestandin.
Hat diyarkirin ku mesafeya dîtinê gelekî kêm bûye û daketiya heta 400 metreyan ku ev jî dibe asteng ji firînan re.
Li gorî daxuyaniyê bi başbûna rewşa hewayê re, wê sefer ji nû ve dest pê bikin.