Cîhan
Iraq - Necef | Karmendên saredariyê ji ber gendeliyê derî daxistin
PeyamaKurd – Karmendên şaredariya bajarê Necef ê Iraqê wek nîşandana nerazîbûnê li hember hebûna gendeliyê rêveberiyê de, helwest nîşandan û deriyê fermangehê daxistin.
Çavkaniyeke ji rêveberiya şaredariya Necefê ji Mewazîn News re daye xuyakirin, bi dehan fermanberên rêveberiya şaredariya Necefê li pêş fermangehê xwepêşandan kirin û wek nerazîbûnek li hember hebûna gendeliyê ya di rêveberiya wan de helwest nîşan dan.
Çavkaniyê ragihandiye ku xwepêşander û nerazî, deriyê fermangehê daxistin û daxwaz ji aliyên çavdêr kirin bêne nav mijarê û derbarê hebûna gendeliyê de lêkolînê bikin.
Hêjayî gotinê ye, ev yekem care fermanberên fermangeheke hikûmeta Iraqê li Necefê dijî gendeliya fermangehê helwestê nîşan didin.