Cîhan
Iraq û Îranê bikaranîna dolarî bi dawî kirin!
PeyamaKurd- Iraq û Îranê biryar standin ku êdî di bazirganiyê de dolarî bi kar neînin. Ji vir pê de êdî ew ê tenê bi Riyal, Euro û Dînarê Iraqê bazirganiyê bikin.
Di derbarê mijarê de Serokê Odeya Bazirganiyê yê Iraq û Îranê Yahya Îshaq ji çapemeniya Îranê re axivî û got ku êdî di ticareta di navbera Iraq û Îranê de dolar ji holê rabû. Hemî bazar wê li ser Euro, Riyal û Dînarên Iraqê werin kirin.
Îshaq wiha dewam kir: “Di navbera Iraq û Îranê de, ji xeynî neftê, bazara bi qasî 8 mîlyar dolarî heye. Tevî vê qasê jî, transfera pereyan ya di navbera bankeyan de pir hindik e. Hedefa me ya pêşî ew e ku em pirsgirêkên aboriyê çareser bikin. Em dixwazin ku di navbera du dewletan de bankeyeke hevpar saz bikin.