Cîhan
Iraqê ji Amerîkayê 5 balefirên ser wergirtin
PeyamaKurd - Iraqê Ji Amerîkayê 5 balefirên F-16 wergirtin û Wezareta Berevaniyê jî daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bi daxuyaniyeke ragihand, balefirên şer gihiştin binkeyê esmanî yê Beled a bakurê paytext Bexdayê. Li gor heman daxuyaniyê ew 5 balefirên F-16 li ser bingehê rêkeftina Iraqê ya li gel Amerîkayê îmze kiriye hatine stendin.
Sala 2011an Iraqê rêkeftina kirîna 36 balefirên F-16 li gel Amerîkayê îmze kiribû, ku yekem karwanê wan balefiran sala 2014an gihiştibû Iraqê.