TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl bi nirxê 400 milyon dolaran mosekên tanksavar difirose Yûnanistanê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 10 nîsan 2023 23:35

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Yûnanistanê ji bo kirîna bi nirxê 400 milyon dolaran a çekên taknsavar bi Îsraîlê re peymanek îmze kir.

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant, eşkere kir ku peymana ji bo firotina moşekên Spike ên tanksavar bi Yûnanistanê re hatiye îmze kirin û ev dê pêwendiyên herdu welatan hîn xurtir bike.

Îsraîl moşekên tanksavar ên Spike ku ji aliyê kompaniya dewleta Îsraîlê Rafael ve têne berhemanîn, difiroşe gelek welatên Ewropa û NATOyê ku ew çek gelekî tê bikaranîn.

Îsraîlê hefteya borî jî bi nirxê 344 milyon dolaran sîstema berevaniya asmanî ya bi navê ‘dawud’ firotibû Fînlandayê ku nû ketiye nav NATOyê.

Parve bike: