TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl | Fermana serê mezin hat dayîn: Amade bin...

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 adar 2019 00:11

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ragihand ku wan hêzeke piştevan şandiye sînorê Xezeyê û fermana amadebaşiyê da.

Netanyahû got, “Min ferman da ku van rojên dawî yekîneyên me yên bicihkirî werin bihêzkirin, bêhtir hêz bo piştevaniya wan bên şandin û ji şerekî mezin re amade bin.”

Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku ew çûye serdana hêzên sînorî û li ser serweriya Girên Golanê jî destnîşan kir, “Em di heman demê de li ser çend qadên cuda dixebitin. Girên Golanê ku sê roj berê Serokê Amerîkayê Donald Trump serweriya me qebûl kir jî yek ji wan qadan e. Ev ji bo dewleta Îsraîlê serkeftine mezin a dîplomatîk e.”

Parve bike: