TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl: Fermandarê Hizbullahê hate kustin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 07 tebax 2024 16:14

PeyamaKurd - Fermandarê leşkerî yê Hizbulahê Elî Cemaledîn Cewad li Libnanê hat kuştin.

Îsraîlê ragihand ku Elî Cemaledîn Cewad, di hêrişa wan  a li başurê Libnanê de hatiye kuştin û got ku dê kuştina wî hêza leşkerî ya Hizbulahê kêm bike.

Li gorî daxuyaniya Îsraîlê, Elî Cemaledîn Cewad fermandarekî pilebilind ê “Hêza Ridwanê” bû ku baskê leşkerî yê Hizbulahê ye.

Hizbulahê piştrast kir

Hizbulahê bi rêya hesabê xwe yê Telegramê piştrast kir ku Elî Cemaledîn Cewad hatiye kuştin.

Hizbulahê diyar kir ku fermandarê wan 37 salî bû û ew li başurê Libnanê li herêma Ebayê hatiye kuştin.

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir, Hizbulah û Hemas jî êrişî hev dikin.

Heta niha di êrişên Îsraîlê de 394 endamên Hizbulahê hatine kuştin.

Parve bike: