TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl li Derayê xalên kontrolê ava dike

İlyas batu
Edîtor
📅 22 berfanbar 2025 19:02

PeyamaKurd – Hêzên artêşa Îsraîlê li herêma Derayê ya li başûrê Sûriyeyê bi pêş ve çûn û li çend deveran xalên kontrolê yên leşkerî ava kirin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), yekîneyên Îsraîlê derbasî gundewarên rojavayê Derayê, bi taybetî li herêma di navbera gundên Abidîn û Mearriyeyê de bûne.

Hat ragihandin ku ji bilî Derayê, leşkerên Îsraîlê li gundewarên Quneytrayê jî çalakiyên xwe zêde kirine.

Parve bike: