TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl: Me êrîsa Îranê bi awayekî serkeftî têksikand

Hevi Turan
Nivîskar
📅 14 nîsan 2024 11:03

PeyamaKurd- Îranê şeva borî wekî bersiva êrîşa 1ê Nîsanê ya ser balyozxaneya Şamê ya Îranê êrîşeke berfireh a bi sedan dronên kamîkaze û moşekên balîstîk bi ser Îsraêlê de da destpêkirin. Hate ragihandin ku dronên Îranê ji ser Iraq, Sûriye û Yemenê ve zêdetirî hezar kîlometreyî dûr hatine pêkandin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piraniya dronan beriya bigihin nav erda Îsraîlê hatine têkşikandin û li ser Îsraîlê ti ziyaneke wê êrîşa berfireh çênebûye.

'Me êrîş bi serkeftineke mezin têkşikand'

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant ragihand, "Me dinyayê doh dît bê Îran çi ye. Dewleta terorê ji 1500 kîlometran ve êrîş kir. Me êrîş bi serkeftineke mezin têkşikand. Me tişta herî zehmet derbas kir lê hê rê li ber me heye. Divê gel di guhdana fermanên berevaniyê de berdewam be."

Parve bike: