Cîhan
Îsraîlê eskere kir: Me li wan xist!
PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da û got ku piştî pevçûna bi gelê Filistînê re, me Hêzên Deryayî yên Hamasê” yên li Xazzê hedef girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Duh Filistîniyan xwestin ku têkevine nava Îsraîlê de. Me jî bersivek da vê tevgerê û me êrîşî 6 cihên Hêzên Deryayî yên Hamasê kirin.
Piştî êrîşa Îsraîlê wezîrê karê hundir yê Filistînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Lîmana Xazzê du keştiyên polîsan hatine hedefgirtin lêbelê kuştî û birîndar nîn in.