TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê ji bo Refahê biryara rawestandina demkî ya êrîsan da

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 14 rêbendan 2024 23:20

PeyamaKurd - Îsraîlê ragihand ku ji ber arastekirina pêdiviyan artêşê êrîşên xwe yen li bajarê Refahê ji bo 4 demjimêran rawestandiye.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku artêşê biryar daye êrîşên xwe yên li bajarê Refahê yê başûrê Xêza Xezzeyê, ji ber arastekirina pêdiviyan ji bo 4 demjimêran rawestîne.

Artêşa Îsraîlê nêzîkî 100 roj in êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê didomîne. Tê gotin ku di van êrîşan de heta niha 23 hezar û 843 kesan jiyana xwe ji dest dane û 60 hezar û 317 kes jî birîndar bûne.

Ji ber şer û pevçunan, li herêmê pêwîstiya kelûmelên tendurustî, sotemenî, xwarin û avê di asta xeternak de ye.aîlgaza

Parve bike: