Cîhan
Japonya û Hindistanê cara yekem tetbîqata hevpar a leskerî dan destpêkirin
PeyamaKurd – Di navbera welatên Japonya û Hindistanê de, bi beşdariya balafirên şer tetbîqateke mezin a hevpar hat destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Japonyayê, cara yekem e ku di navbera herdu welatan de tetbîqateke leşkerî tê lidarxistin.
Di tetbîqata bi navê "Veer Guardian-23" a hêzên asmanî de, gelek balafirên şer ên herdu welatan cî digirin.
Hatiye diyarkirin ku tetbîqata li bakurê rojhilatê Tokyoyê hatiye destpêkirin wê heta 26ê Çileyê 2023yan dewam bike û armanca wê zêdekirina hevkariya berevaniya navbera Japonya û Hindistanê ye.
Li aliyê din ajansa fermî ya Japonyayê Kyodo ragihandiye ku Amerîkayê jî balafirên şer bo wê tetbîqatê şandine.