Cîhan
Jeffrey: Em destekê didin kontrola sehayên petrolê
PeyamaKurd- Nûnere taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey di mijara kontrola sehayên petrolê yên rojhilatên Sûriyê de got ku HSD 4 sale wan sehayan kontrol dike û weka perçeyekî ji stratejiya wan ya Sûriyê wan destek dikin. Jeffrey, beyana xwe di berya civîna bo Sûriyê ya di Neteweyên hevgirtî de, bo rojnamevanan kir.
Jeffrey di mijara ku desteka sehayên HSDê di qanûnên navdewletî de rewaye an na de got ku ew bawere ev destek qanûniye û rewaye. Jeffrey got ku wê bi HSDê re xebata xwe dewam bikin û axaftina xwe weha dewam kir:
“Bo me mijara herî girîng ku em nehêlin petrol bikeve destê DEAŞê an aktorên din. Em tiştên nerewa nakin.”