TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Amerîkayê êrîsa asmanî li dijî DAISê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 adar 2025 18:11

PeyamaKurd - Fermandariya Artêşa Amerîka ya Afrîkayê (AFRICOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên asmanî li herêma Puntland a Somaliyê hejmareke çekdarên DAIŞê kuştine.

Li gorî daxuyaniyê êrîş bi hevkariya hikumeta Somaliyê li devereke li başûrê rojhilatê Bosaso û Puntland a bakurê rojhilatê Somaliyê hat kirin.

Hate diyarkirin ku di encama êrîşê de hejmareke çekdarên DAIŞê hatine kuştin û ti zirar li sivîlan nebûye.

Hêzên Amerîka di meha Sibatê de jî êrîşên asmanî li Somaliyê li dijî DAIŞê pêk anîbûn. Rayedarên Puntlandê dibêjin, berpirsên DAIŞê yên sereke hatine kuştin.

Parve bike: