TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Amerîkayê ji bo HSDê sewqiyateke nû!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 16 tebax 2018 15:31

PeyamaKurd- Koalîsyona di bin serokatiya Amerîkayê de ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) sewqiyateke nû kirin. Konwoya sewqiyatê ya ku ji gelek tirên barkirî pêk tê, bi wesaîtên zirxîpûş di nava Qamîşlo re derbas bûn û ber bi Dêra Zorê ve çûn.

Piştî ku Dêra Zorê ji IŞÎDê hate paqijkirin, koalîsyon dixwaze li herêmê ewlehiyê pêk bîne. Ji bo vê yekê perwerdehiya Artêşa Muhafizên Tixûban dîsa dest pê kir.

Artêşa Muhafizên Tixûban wê ji 50 hezar kesî pêk were û wekî Hêza Ewlehiya ya Pispor ya Herêmê wezîfê bike.

Parve bike: