Cîhan
Ji Berdevkê Hevpeymaniyê daxuyaniyên girîng bo Pêsmerge û HSDê
PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Fermandarê Amerîkî Myles B. Caggins, ragihand ku dê hevkarî û alîkariya wan bo hêzên Pêşmerge berdewam bike û li çar bingehên cûda niha rahênana Pêşmerge û hêzên Zêrevanî dikin.
Caggins ji bo hêzên li Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir ku şirîkatiya wan a digel HSDê didome û got, “HSD şirîkike baş a hevpeymaniyê ye û di şerê dijî DAIŞê de 11 hezar windahî dane. Dê hevkariya hevpeymaniyê û hêzên Amerîkî li Hesekê û Dêrazorê wekî şirîk bimînin.”
Myles B. Caggins, herwiha da xuyakirin ku ew dê li Idlibê jî piştgiriya endama NATO Tirkiyê bikin.