Cîhan
Ji bo Notre Dame heta niha 688 milyon euro hat bexsandin
Peyamakurd - Ji bo Katedrala Notre Dame ya xwedî dîroka bêhtirî 850 salan ku doh agir pê ketibû kampanyayeke mezin a bexşê li Fransa û welatên dinyayê dest pê kir.
Li gor ragihandina medya frensî gelek kesayet, sazî û kompaniyên frensî û navdewletî ji bo avakirin û restorekirina Dêra Notre Dame pere bexş kirin.
Hat ragihandin ku bexşên heta niha hatine kirin gihîştiye 688 milyon euroyan. Herwiha Şaredarîya Parîsê Anne Hidalgo jî ragihand ku dê Şaredarîya Parîsê 50 milyon euro bexş bike.