Cîhan
Ji CENTCOMê daxuyaniya êrîsa Hûsiyan: 13 hedef hatin îmha kirin
PeyamaKurd – Derbarê êrîşa hêzên Amerîka û Brîtanyayê ya li ser Yemenê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOMê ragihand ku 13 hedef hatine îmha kirin.
CENTCOMê li ser êrîşên asmanî yên bi ser Hûsiyan de da xuyakirin, 8 balafirên bêmirov ên ku ji herêmên di bin kontrola Hûsiyan de ber bi Behra Sor ve hatibûn avêtin, hatine îmhakirin û bi tevahî 13 hedef hatine ruxandin.
Herwiha hate gotin, “Ev operasyon ji bo parastina hêzên me, misogerkirina azadiya seyrûseferê û ewlekirina avên navneteweyî ne.”
Li aliyê din Televîzyona El Mesîra ya girêdayî Hûsiyên Yemenê jî ragihand ku di êrîşên asmanî yên Amerîka û Brîtanyayê de, 16 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.