Ji her sê welatan daxuyaniya hevbes bo Îranê
PeyamaKurd – Almanya, Fransa û Brîtanyayê ji bo sarkirina rageşiya ku piştî kuştina Qasim Silêmanî derketiye holê di navbera Îran û Amerîkayê de li herêma Rojhilata Navîn, daxuyaniyeke hevbeş dan.
Berdevkê serokatiya Almanyayê ragihand ku piştî kuştina Qasim Silêmanî Almanya, Fransa û Brîtanya xwedî yek helwestê ne û banga “serbirkişanê” li Tehranê dikin.
Berdevkê Almanî anî ziman ku aniha sarkirina rewşa heyî pir pêwîst e û her sê welatan ragihandiye ku ew ê heta karibin rageşiyên herêmê vemirînin.
Herwiha Almanya, Fransa û Brîtanya daxwaz ji Îranê dikin, li rêkeftina atomî ya 2015an vegere û “karên tund” bo tolhildana kuştina Qasim Silêmanî neke.
Li aliyê din Şêwirmenda Almanya Angela Merkel, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson bi telefonê bi hev re axivîn û piştre bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin: “Em daxwaz ji Îranê dikin, hemû rênimayên li dijî rêkeftina atomî ne rawestîne.”
Merkel, Macron û Johnson gotin: “Ya girîng niha ew e, pirsgirêk gur nebin û daxwaz ji hemû aliyan dikin xwe bigirin û berpirsyar bin.”