TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Kremlînê berî hevdîtina Pûtîn û Erdogan daxuyaniya ‘Operasyona Rojava’

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 tebax 2022 18:37

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov, beriya hevdîna îro 5ê Tebaxê ya li Soçiyê ku di navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de pêk tê daxuyanî dan rojnamevanan.

Peskov li ser pirsa oporesyona nû ya ku Tirkiye dixwaze li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bike got ku dê ew mijar di hevdîtina Pûtîn û Erdogan de cî bigire.

Herwiha Peskov ragihand: "Endîşeyên Tirkiyê yê meşrû derbarê ewlehiyê de hene û em van fêm dikin. Lê belê wê (operasyon) îstiqrara li Sûriyê xirab bike û herwiha divê destûr ji bo çalakiyên dijî yekparçebûna xak û siyasî ya Sûriyê neyê dayîn.”

Berdevkê Kremlînê da zanîn ku piştî hevdîtina herdu serokan civîneke rojnamevanî ya hevbeş nayê lidarxistin.

Parve bike: