Cîhan
Ji NATOyê biryara Iraqê: Dimînin…
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di çarçoveya Forûma Aborî ya Cîhanî Davosê ya 50emîn de, bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiya û got ku dê erka NATOyê ya perwerdekirina hêzên Iraqê berdewam bike.
Serokomariya Iraqê derbarê hevdîtinê de ragihand, Salih û Stoltenberg, li ser mijara rahênana hêzên artêşa Iraqê nirxandin kirine.
Herwiha di hevdîtinê de Stoltenberg û Salih li ser biryara Parlamena Iraqê ya 5ê Çile ku biryara derxistina hêzên biyanî hatibû dayîn jî axivîn.
Di hevdîtinê de Stoltenberg ji Berhem Salih re gotiye ku wê NATO pabendî erka rahênana hêzên iraqî û alîkariya wan bibe.