TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Pentagonê daxuyaniya fermî li ser hevkariya HSDê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 29 mijdar 2019 20:35

PeyamaKurd – Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) li ser malpera fermî derheqê hevkariya ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de daxuyaniyek weşand.

Pentagonê ragihand ku hêzên Amerîkî li Sûriyê pozîsyonên xwe guherandine û dê bi HSDê re kar bikin û operasyonên hevbeş jî ji nû ve dest pê kirine.

Daxuyaniyê bal kişand ser civîna rojnamevanî ya Fermandarê Operasyonên Hevbeş General Robert White ya li Iraqê û hat gotin, operasyonên hevbeş ligel HSDê ji nû ve hatine destpêkirin.

Parve bike: