Cîhan
Ji Rûsya û rejîmê daxuyaniya hevbes a Idlibê
PeyamaKurd - Rûsya û Rêjîma Sûriyê bi daxuyaniyeke hevbeş derbarê rewşa Idlibê de ragihandin ku di meha borî de 150 sivîl ji ber êrîşên çekdaran li Idlibê hatine kuştin.
Fermandariyên Rûsya û Sûriyê di daxuyaniyê de destnîşan kirin, operasyonên Artêşa Sûrî, bersiva tevlihevî û êrîşên berdewam ên çekdaran bû..
Li gorî daxauyaniyê, rêxistina “Heyet Tehrîr El-Şam” hemû hewldanên Rûsya û Sûriyê yên ji bo kêmkirina şer li Idlibê têk birine û digel hevalbendên xwe berdewamî êrîşan dikin û di meha borî de 150 sivîl ji ber êrîşên wan hatine kuştin.