TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Rûsyayê daxuyaniya danûstandinên Ebû Dabiyê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 06 sibat 2026 21:02

PeyamaKurd- Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov ragihand ku hevdîtinên sêalî yên di navbera Rûsya, Ukrayna û Amerîkayê de bi awayekî avaker derbas bûn, lê destnîşan kir ku prose hîn pir tevlîhev û dijwar e.

Li paytexta Îmaratên Erebî Ebû Dabî, di navbera 4 û 5ê Sibatê de gera duyemîn a civînên sêalî hat lidarxistin. Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov li ser encamên van hevdîtinan daxuyaniyek da û diyar kir ku xebatên ji bo aştiyê du rojan berdewam kirine.

Peskov got, "Hevdîtin avaker bûn, lê di heman demê de pir dijwar bûn. Xebat dê di qonaxên bê de jî berdewam bikin."

Hêjayî gotinê ye, ev civîn wekî beşek ji hewildanên navdewletî yên ji bo çareserkirina şerê Ukrayna-Rûsyayê têne dîtin ku bi beşdariya şandên Rûsya, Ukrayna û Amerîkayê pêk hatin.

Parve bike: