Ji Serokomariya Tirkiyê daxuyaniya hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan
PeyamaKurd – Serokomariya Tirkiyeyê derbarê hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a li Koşka Serokomariyê ya Enqereyê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, derbarê têkiliyên Tirkiye-Iraq û Herêma Kurdistanê de, pevguhertina nêrînan hatiye kirin û geşedanên herêmî û gerdunî hatine gotûbêjkirin.
Erdogan, ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 20ê Cotmehê hêvîya ku bibin sedema xêrê aniye ziman û daxwaz kiriye, hilbijartin tevî ketina pêşbirkê ya Eniya Tirkmen bi awayekî giştgir, aştiyane û aramî derbas bibin.
Li gorî daxuyaniyê Erdogan, bal kişandiye ser êrîşên Îsraîlê ku egera wê ya veguherîna şerekî giştî yê herêmî heye û gotiye, Tirkiye girîngiyeke mezin dide ewlehî û îstiqrara herêmê û hewlên xwe dûrkirina ji pevçûnan a Iraqê jî cihê pîroziyê ye.
Erdogan, behsa Projeya Riya Geşepêdanê jî kiriye û diyar kiriye, dê ew proje sûdê bide geşepêdana tevahiya herêmê û bi taybetî Herêma Kurdistanê.
Herwiha Erdogan di civînê de daye xuyakirin, ji bo bi awayekî mayînde rakirina gefa terorê li herêmê, pêwîste hevkariyeke bibiryar were berdewamkirin.