TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Sûriyê bersiva Erdogan a ‘Rêkeftina Edenê’

Salih Turan
Nivîskar
📅 26 rêbendan 2019 20:20

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Sûriyê li ser anîna rojevê ya Rêkeftina Edenê ya 1998an ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve, berdek nîşan da û got, Tirkiye ji sala 2011an ve bi piştgiriya terorîstan erda Sûriyê dagir dike û rêkeftinê binpê dike.

Çavkaniya wezareta derve ji televizyona dewleta Sûriyê re got, “Tirkiye bi piştevaniya xwe ya bo terorîstan û dagirkirina erda Sûriyê, ji sala 2011an ve Rêkeftina Edenê binpê dike.”

Erdogan doh 25ê Çile li Erzeromê gotibû, “Rêkeftina Edenê destûrê dide Tirkiyê ku bikev nav erda Sûriyê.”

Rayedarê Sûrî diyar kir, "Sûriye her bi çi awayî be piştgiriya Rêkeftina Edeneyê û peymanên girêdayî wê dike û têkoşîna dijî terorê ya bi her awayî dide ber xwe. Lê belê Tirkiye ji sala 2011an ve sponsoriya terorê dike û bi piştgiriya milîtanên perwerde dike û rêvekirina ketina wan a nav erda Sûriyê, bi rêya komên terorîst yên bi alîkariya artêya Tirkiyê piştgiriya wan dike re erdên Sûriyê dagir dike û vê rêkeftinê binpê dike.”

Parve bike: