TR KU SO
FB X
Cîhan

Jimara miriyan her diçe zêde dibe

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 08 tîrmeh 2018 19:57

PeyamaKurd- Li Kanadayê bi sedema germa zêde heya do 30 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Lê niha jî germa zêde dewam dike û ji 29 hezîranê heya niha 54 kes jiyana xwe dane.

Dr. Mylene Drouin ku rêvebirê tenduristiya gel yê Meonrealê ye dibêje bi sedema germê heya niha li eyaleta Quebecê 54 kes mirine. Li Drouinê kesên ku mirine 21 kesin û piraniya wan pîrin, hem di malên wan de klima tine ye.

Rêvebirên meteorolojiye radigihînin ku di nava 2 rojan de wê şertên hewayê ber bi başiyê ve here. Eger di nava du rojan de şertê hewayî neguhirin û nekeve normalê, dibe ku jimara miriyan zêdetir bibe.

Parve bike: