TR KU SO
FB X
Cîhan

Jina Afgan a tevî zarokên xwe derbasî Wanê dibû ji ber sermayê mir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2022 13:52

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku jineke Afgan a ku tevî zarokên xwe ji ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê ve derbasî Tirkiyê dibû, ji ber sir û seqemê li sînorê bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê can da.

Li gorî nûçeya medya Tirk, jina Afgan goreyên xwe ji bo nequfilin xistine lingên zarokên xwe û wê jî naylonek li lingên xwe pêçabû û bi wî awayî cenazeyê wê hatiye dîtin.

Hat diyarkirin ku zarokên wê jina Afgan ku navê wê nehatiye eşkere kirin hatine rizgarkirin.

Parve bike: