TR KU SO
FB X
Cîhan

Joe Biden bo Wezareta Derve Antony Blinken kir berbijar

Leyla Denli
Nivîskar
📅 24 mijdar 2020 17:31

PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden bo Wezareta Derve Antony Blinken kir berbijar.

Antony Blinken yê 58 salî, ku bi qasî 20 sal in bi Biden re dixebite, di dewra serokê berê Barack Obama de, wek Cîgirê Wezîrê Derve û Cîgirê Şîretvanê Ewlekarîya neteweyî kar kiribû.

Li gor Blinken ji Twitterê ragihand, ew bo berbijarîya ji Wezareta Derve re serbilind bûye û ger berbijarîya wî were pejirandin jî ew ê bi dildarî karê xwe bike.

Ger Civata Senatoran Blinken bipejirîne, ew dê bi rêvebirîya nû ya 20ê Çileyê de were ser kar, di siyaseta Amerîka ya derve de roleke girîng bilîze.

Daxwaza Antony Blinken, weke karbidestên ewlekarîyê yên berê, ku Amerîka vegere ser hevkarîya cîhanî ye.

Parve bike: