Cîhan
Kanada dorpêç û cezayên nû li ser rejîma Îranê sepandin
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Kanadayê diyar kir, ji ber binpêkirina azadiyan û mafên mirova ji aliyê rejîma Îranê ve dorpêç û cezayên nû li ser rejîma Îranê sepandine.
Wezareta Karên Derve ya Kanadayê bi daxuyaniyekê ragihand û got, vê carê Kanada 4 rayedarên rejîmê û çend navend û dezgehên fermî yên ser bi rejîmê xistiye nava lîsteya dorpêç û cezayên nû û ev dorpêç û cezayên nû ketine meriyetê.
Hêjayî gotinê yê, ji ber nêzîkatiyên vê dawiyê yên rejîma Îranê yên li hember xwepêşanderan, gelek welatên cîhanê dorpêçn gelek dijwar li ser rejîm û rayedarên Îranê sepandine.