Cîhan
Kesekî Nijeryayî li Siûdiyê hat îdamkirin
PeyamaKurd - Li Erebistana Siûdiyê welatiyekî Nijeryayê ji ber sûcdariya qaçaxçîtiya hişbirê hat îdamkirin.
Li gor ajansa resmî ya Siûdiyê SPAyê cezayê mehkemeyê der heqê welatiyê Nijeryayê Budayn Aybula de da îro li Medîneya Munewwere hat înfazkirin.
Hat diyarkirin ku Aybula bi miqdarek kokaînê hat girtin û piştî cezayê îdamê ji aliyê mehkemeya biling ve hat tesdîqkirin înfaz îro çêbû.