TR KU SO
FB X
Cîhan

Kestiya ser a Tirkiyê rojavayê Trablusê topbaran kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 01 nîsan 2020 23:40

PeyamaKurd - Berdevkê fermî yê Artêşa Niştîmanî ya Lîbya (artêşa General Hefter) Ehmed El-Mismarî ragihand ku keştiyeke Tirkiyê herêma El-Ecîlan a rojavayê paytexta Lîbya Trablusê topbaran kiriye.

Ehmed El-Mismarî bi daxuyaniyekê ragihand: "Di çarçoveya operasyoneke leşkerî ya xeter li rojavayê welêt de, keştiyeke cengî ya Tirkiyê ji deryayê bi moşekan êrîşî herêma El-Ecîlan kir. Lê ti windahî çênebûn."

El-Mismarî got, destwerdana hêzên Tirkiyê yên deryayî berdewam dike ku berî niha jî bi keştiyên cengê, keştiyên barkirina çekan, amûrên leşkerî û terorîst û çeteyên Sûriyê  dianîn Lîbyayê.

Parve bike: