TR KU SO
FB X
Cîhan

Kim Jong-un: Amadekariyên ser xurt bikin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 07 tebax 2023 01:30

PeyamaKurd- Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un, serdana kargehên girîng ên çekan kir û di vê serdana xwe de peyama bipêşxistina teknolojiya çekan a welatê xwe û bihêzkirina amadekariyên şer da.

Li gorî nûçeyên ji çapemeniya welêt hatin ragihandin, Kim Jong-un, gera 3 rojî ya li kargehên çekan bi dawî kir.

Hat diyarkirin ku Kim di gera xwe de li kargehên ku pergalên ji bo moşekên balîstîk ên nukleerî çêdikin jî geriya û li kargeheke ku navê wê nehat zanîn geriya û got,

"Ev kargeh, di tekûzkirina amadekariyên şer ên Koreya Bakur de xwedî erken girîng e."

Hat zanîn ku Kim bal kişand ser lezkirina hilberînê li kargeha ku motorên moşekên krûz û balafirên bêmirov tê çêkirin û diyar kir ku divê çekên ku leşkerên welêt hildigirin li kargeheke din werin nûjenkirin.

 

Parve bike: