TR KU SO
FB X
Cîhan

Komîsyon 700 mîlyon dolar ceza da sîrketa Equifaxê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 23 tîrmeh 2019 03:15

PeyamaKurd- Komîsyona Federal ya Bazirganî ya Amerîkayê bi sedema ku di sala 2017an de, di êrîşa sîberî de ji şîrketa rapordayîna krediyan ji Equifaxê agahiyên nasnameyên taybet yên 150 mîlyon kesî hatibû dizîn, dê 700 mîlyon dolar ceza û tazmînatê bide. Li gor ragihandina komîsyona Amerîkayê ya navborî; di mijarê de bi şîrketê re lihev kirine.

Li gor peymanê, şîrketa Equifaxê, bo telafîkirina zerara êrîşa sîberî wê 425 mîlyon dolar bide muşteriyên xwe yên mexdûrê mijarê. Wê li 48 eyaletan, li Washingtonê, Porto Riko û bo hinek buroyên sîvîl û bo tazmînatên din, 275 mîlyon dolar pere bide.

150 mîlyon kes tê vateya ku nîvê Amerîka bi nasnameyên xwe, bi hemû taybetmendiyên xwe mexdûr bûne. Dizên sîberî dikarin bi wan nasnameyan li ser navên wan kesan her tiştî bikin.

Parve bike: