Cîhan
Komîsyona Asayis û Berevaniyê ya Parlementoya Iraqê sibê bi mijarê PKKê dicive
PeyamaKurd – Komîsyona Asayiş û Berevaniyê ya Parlementoya Iraqê bi mijara hebûna hêzên PKKê li Başûrê Kurdistanê dicive.
Parlementerê Kurd û Endamê Komîsyona Asayiş û Berevaniyê ya Parlementoya Iraqê, Nasir Herkî ji medya Kurdistanê re got, em ê sibê bi mijara hebûna hêzên PKKê li Herêma Kurdistanê, bi taybet ew hêza nû ya ku ji aliyê PKKê ve hatiye avakirin, bicivin û wê mijarê gotûbêj bikin ka em çi bikin li hember wê aloziyê.
Nasir Herkî her wiha got, Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye û em wek parlementoya Iraqê hemû hêzên ne qanûnî red dikin. Ti pêwîstiya me bi hêzeka wisa nîne.
Wî parlementerê kurd da zanîn ku wan beriya niha daxwaz ji PKKê kiribûn hêzên xwe ji Şingalê derxîne.