TR KU SO
FB X
Cîhan

Konsulê Îranê xatir ji Mesrûr Barzanî xwest

Hevi Turan
Nivîskar
📅 07 mijdar 2024 19:59

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Mijdarê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî kir ku ji bo xatirxwestinê hatibû serdanê.

Piştî civînê hate ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê kir ku erka wî bi dawî bûye û hêviya serkeftinê di erkê wî yê paşerojê de jê re xwest.

Di hevdîtinê de, behsa girîngîya serdana Serokomarê Îranê ya Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin û hêvîya zêdetir pêşxistina pêwendiyên dualî hate kirin.

Konsulê Giştî yê Îranê, pîrozbahî li serkeftina hilbijartinên parlemantoya Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser pêkanîna kabîneya nû kir.

Reşnûdî, herwiha pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hevahengiya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel konsulxaneya welatê xwe nîşan da.

Parve bike: