TR KU SO
FB X
Cîhan

Kremlîn: Amerîka ji bo eskerekirina naveroka axaftina Putin û Trump divê destûrê bixwaze

📅 01 cotmeh 2019 16:55

PeyamaKurd - Seraya Kremlînê diyar kir ku Amerîka bo weşandina axaftina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û hempîşeyî wî yê Serokê Amerîkayê Donald Trump divê ji Moskowayê destûrê bixwaze.

Berdevkê Kremlînê Dimitry Dmitry Peskov da zanîn ku weşandina axaftina di navbera du serokan de ne karekî dîplomatîk e. Peskov got, “Ger her du alî li rêkbikevin, bi wî awayî çêdibe ku axaftina her du serokan were weşandin.”

Serokê Komîsyona Îstixbaratê yê Civata Nûneran Adam Schiff di rojên borî de gotibû ku ewê belgeyên axaftina Trump û Putin jî bistînin.

Demokrat îdia dikin ku Donald Trump di wan axaftinan de bo ewlekarîya neteweyî metirsî çêkiriye.

Parve bike: