Kremlîn: Serdana Zelenskiy a Amerîkayê, hêviyê nade
PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser serdana Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy a ji bo Amerîkayê û geşedanên dawî yên şer, pirsên rojnamevanan bersivandin. Peskov diyar kir ku ew ji vê serdanê, encamek hêvî nakin.
Dmitriy Peskov, di civîna çapemeniyê ya rojnamevanan de pirs bersivandin. Peskov, pirsa di derbarê ku ‘Rusya pergalên din ên parastina asîmanî bişîne Donetskê bersivand û got,
"Serokê Rusyayê Vladimir Putin got ku rewşa Donetskê gelek zehmet e. Wezareta Berevaniya Rusyayê jî ji bo başkirina rewşê, hemû gavên pêwîst dihavêje."
‘Putin dê axaftineke girîng û dirêj bike"
Peskov diyar kir ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin dê îro bi rayedarên Wezareta Parastinê ya Rusyayê re civîneke berfireh li dar bixe û wiha got,
"Putin dê axaftineke girîng û dirêj bike. Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu jî dê di hevdîtinê de pêşkêşiyê bike."
Dimitriy Peskov, di bersiva pirsekê de ku gelo Rusya ji serdana Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy a ji bo Amerîkayê encameke erênî hêvî dike yan na? tenê peyva ‘naxêr’ bi kar hanî.
Peskov, li ser berteka Amerîkayê ya li hember şandina çekan a nû ji Ukraynayê re jî wiha got: "Her ku şandina çekan berdewam dike, cûreyên çekên ku tên şandin jî zêde dibe. Bêguman, ev hemû jî dibin sedem ku alozî xirabtir bibe û ev yek ji bo Ukraynayê ne baş e.”