TR KU SO
FB X
Cîhan

Kremlîn: Têkiliyên Pûtîn û Erdogan taybet in!

Hevi Turan
Nivîskar
📅 31 rêbendan 2023 00:41

PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê Kremlîn Dmitriy Peskov, ragihand ku di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn de têkiliyên taybet hene.

Peskov di nirxandinên xwe yên ser rojevê de, got ku ji aliyê welatên Rojava ve teşwîqkirina daxwazên çekan ên Ukraynayê rageşiyê hîn zêdetir dike.

Li ser pirsa pêwendiyên Pûtîn û Erdogan jî Peskov got, “Pûtîn û Erdogan xwedî têkiliyên taybet in. Ev têkilî jî bi rastî jî girêdayî baweriya dualî, berpirsiyarî û rêzgirtinê ne. Bicihanîna soz û berpirsiyariyan dualî pêk tên.”

Parve bike: