TR KU SO
FB X
Cîhan

Lûtkeya Kîevê: Çarenûsa Ûkraynayê çarenûsa Ewropayê ye

📅 24 sibat 2026 18:06

PeyamaKurd – Di 24ê Sibata 2026an de, ango di çaremîn salvegera destpêkirina dagirkeriya Rûsyayê de, serokên herî payebilind ên Yekîtiya Ewropayê li paytexta Ûkraynayê, Kîevê, civiyan.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya YEyê Antonio Costa, tevî serokên welatên Baltik û Skandînavyayê, peyameke xurt a piştgiriyê dan gelê Ûkraynayê.

Von der Leyenê tekez kir ku ev serdana wê ya dehemîn e û got: "

Em ê heta ku aştî pêk neyê, gavê bi paş ve neavêjin."

Şansolyeyê Almanyayê Friedrich Merz, bi peyameke taybet bal kişand ser bandora vî şerî li ser tevahiya parzemînê. Merz diyar kir ku çar salên borî ji bo Ûkraynayê bûne "kabûsek" û got:

Çarenûsa Ûkraynayê çarenûsa me ye. Em bi tenê bi yekîtiyê dikarin vî şerî biqedînin."

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî bersiv da wan îdiayên ku dibêjin Ewropa ji piştgiriya Ûkraynayê "westiya" ye. Macron aşkera kir ku di nava çar salan de zêdetirî 15,000 sivîlên Ûkraynayê jiyana xwe ji dest dane û zirarên artêşa Rûsyayê gihîştine 1.2 mîlyon leşkerên kuştî yan birîndar.

Wî destnîşan kir ku Rûsya dê rojekê fêm bike ka çi sûcekî mezin bi navê wan hatiye kirin.

Parve bike: