TR KU SO
FB X
Cîhan

Li 39 navçeyên Îstenbolê çalakî hatin qedexekirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 16 hezîran 2020 01:56

PeyamaKurd- Li bajarê Îstenbolê heya dawiya meha hezîranê hemû çalaki hatin qedexekirin. Di nava çalakiyan de xwepêşndan, meş, pêşwazîkirin û verêkirin hene. Siyasetmedar sedema qedexeyan meşa HDP ê nîşan didin.

Parêzgea Îstenbolê bo jiyana normal dibêje ku fermanên ji aliyê parêzgehê da hatine danîn, kargeh li pey fermanan naçin û di temamê hefteyê de, wê li 39 navçeyan kontrolên xwe zêde bikin. Kontrol bi sedema ku ji xwaringeh, kafe û ciyên weka wan divê siet di 24.00 ê şevê de bên girtin û xelk mesafeya navbera xwe biparêze, dê bên kirin. Lê bi sedema van qaîdeyan tên binpêkirin, parêzger fermana kontrolê bo temamê seranserê daye.

Parve bike: